Rêwerzên lêgerînê

Ji ferhenga fînlandî-kurmancî lêgerînan dikarin hem bi fînlandî hem jî bi kurmancî bikin.

Ferheng bertekî ye, anku dîmen li gor cîhaza bi kar tînî diguhere. Wênedarkirina vê rêwerzê dîmena asayî ya kompûterê pêşkêş dike.

Nivîsandina xanika lêgerînê

Tu dikarî bi nivîsandina peyvan li xanika lêgerînê ji ferhengê lêgerînan bikî. Li xanika lêgerînê yan hemû serpeyvê binivîsîne (bo nimûne helistä), yan jî beşek ji wê (bo nimûne heli). Gava ku te li xanika lêgerînê dest bi nivîsandinê kir, ferheng pêşniyara peyvên pêkan ên fînlandî û kurmancî dike.

Tu dikarî li lêgerînê pirsnîşanan bi kar bînî ?. Ew dikare cihê her nîşanê bigire. Tu dikarî îşareta stêrkê jî bi kar bînî *. Ew peyva lêgerînê ji wê xala ku tu dixwazî dibire anku ew bersiva her nîşanê yan jî rêza nîşanan dide.

Gava ku te peyv yan jî rêza nîşanan li xanika lêgerînê nivîsîn, pê li ENTERê bike yan jî kabika ku lê wêneyê mercekê heye bike.

Destpêka rûpelê

Encamên lêgerînê

Piştî wê tu encama lêgerînê dibînî: serpeyv û zanyariyên têkildarî wê anku nivîsara peyvê. Ji bilî wê ji lîsteya peyvên lêgerînê dibînî, yên bi heman tîpan dest pê dikin, yên ku te li xanika lêgerînê nivîsandî. Ger te li lêgerînê îşareta * bikaranîbe ?, vêca li lîsteyê peyvên guncaw ên lêgerînê diyar dibin. Îsabet anku hejmara peyvên pêkan li lêgerînê li destpêka lîsteyê dibînî. Ew peyv lînkên rasterast in bo wan nivîsarên peyvan.

Li dawiya encamên lêgerînê bi xwe mimkun e ku herwiha hin serpeyvên fînlandî hebin ku li pey wan di nav kevanan de hevberên wan yên kurmancî hene. Ew dîtin li gor hevberên kurmancî li dûv herfan hatine rêzkirin. Bo nimûne di lêgerîneke wisa de, ku mirov binivîse heli, encam dê ev peyv bin: helikobakteeri, helikopteri, helinä, helistin, helistä, helium, kehto (hêlik), muna (hêlik), helikobakteeri (helîkobakterî) û hwd. Li piştî peyvên kurmancî di kevaneyê de qala “(kur)” heye. Ev peyv hevberên kurmancî yên serpeyvên fînlandî ne. Dibe ku encama lêgerînê peyvek be ku li piştî wê tîr heye. Peyvên bi tîrê hatine îşaretkirin wateya serpeyvê temam dikin, bo nimûne serpeyva hylly- yê serpeyva hyllykkö yê destnîşan dike.

Ger peyva lê digerî di ferhengê de nebe, ji bo wê agahdariyê werdigirî.

Destpêka rûpelê